2006Basın Açıklamasıdaxuyanîya çapemenîyêKürtçe

2006 – Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

By May 20, 2023No Comments

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2006’an – Kürtçe

 

TÊKOŞÎNA FEMÎNÎST LI DIJÎ MÊRSALARÎ, DEWLET, MÎLÎTARÎZM Û KAPÎTALÎZMÊ

Serhildan Azad dike!

Jin ber bi Azadbûnê ve;


Îro bi milyonan jinên ku me navê wan qet nizanin, rûyên wan qet nedîtine, li seranserê cîhanê rûyê xwe ber bi rojê ve dizivirînin; zimanê wan cuda ye, lê rihê wan bi hev re heman dirûşmeyan diqîrin… Îro 8’ê Adarê ye… Bijî têkoşîna azadîya jinê… 

Serhildana me;

Li hember wan e ku dîroka me paşguh dikin, hewl didin ku wê bidin ji bîr kirin
Li hember wan e ku dixwazin ruhê me yê têkoşîn û hevgirtinê bişkînin
Li hember wan e ku hesab dikin ku paşeroj bêyî me dikare were avakirin
Li hember wan e ku difikirin ku bêyî redkirina hemû zext, mêtingerî û têkiliyên desthilatdariyê, pêşeroj dikare were avakirin.

Dîrok dîroka çewsandina me jinan e… û ew dîrok e ku mêrsalarîyê li gor berjewendîyên xwe nivîsandîye da ku em jin şîyar nebin û serî hilnedin…

Ew kesên ku dîroka azadîya jinan bi bedelên ku dane nivîsandîye,  em ji wan hîn bûne ku em çawa bibêjin “EM HENE!” li hember wan kesên înkarker… Ji Fourier’an, ji Olympe’yan, ji sufrajetan, ji Kollontay’an, ji Clara Zetkin’an, ji Emma Goldman’an …

Em carek din li wan kesan xwedî derdikevin ku bi tometa cazûtîyê hatin şewitandin, ji ber ku mafê dengdanê xwestin şandine giyotîn, ji ber ku nan û gul dixwestin hatine kuştin, ji ber ku wan şoreşa ku têda nekarîn bireqisin nexwastîye hatin dûrxistin, li welatê ku şoreş lê kirine di zindanê de dijîn û yên ku ji ber ku dijberîya desthilatdarîyê kirine di nexweşxaneya derûnî de hatine girtin… 

Tam 150 sal piştî şewitîna jinên kedkar ku li sala 1857’an 8’ê Adarê afirand, jinên kedkar hê jî dişewitin…
Ji ber ku me gotîye bila kesên din nemirin, bila nobeya şevê bê rakirin,
Ji ber ku me keda me di kargehê de wek keda erzan tê dîtin û em bê ewlekarî, sîgorte û sendîka tên xebitandin,
Ji ber ku em bi parvekirina kar û kiryarên zayendperest re rû bi rû dimînin,
Ji ber ku keda me li malê tê desteserkirin li ser navê tevkarîya li butçeya malbatê,
Ji bo ku keda meya malê ya îhmalkirî xuya bibe,
Ji ber ku em ji şîdet û şerê dewletê re dibêjin na,
Ji bo eşkerekirina tacîz û destavêtina cerdevan, leşker û polîsan,
Ji ber ku em li dijî polîtîkayên şer ên milîtarîst, dagirker û li ser esasa mirin û kuştinê ne, li ber xwe didin û em qet nebûn û dê tu carî jî nebin kirdeyên wan polîtîkayan,
Ji ber ku em dixwazin hemû birînên jinên mexdûr ên şer û koçberiyê bên dermankirin,
Ji bo li dijî polîtîkayên nîjadperestî û qirkirinê yên li ser Kurdan rawestin,
Ji ber ku em ji paşguhkirina ziman û çanda jinên Kurd re dibêjin na,
Ji bo ku em ji civakek yekreng û îtaetkar re dibêjin “Na!”,
Ji bo ku em ji civakeke heteroseksîst re dibêjin “Na!” ku ew nasnameyên cuda yên zayendî paşguh dike,
Ji bo ku em ji tacîz û tecawizê re, şîdeta nav malê re dibêjin “Na!”,
Herçend em naxwazin bibin namûsa tu kesî jî, ji ber ku em bi destê mêran di bin navê namûsê de têne kuştin,
Ji ber ku em ji îstîsmara zayendî ya nav malê re dibêjin “Na!”,
Ji ber ku em ji hewîtî û berdelîyê re dibêjin “Na!”,
Kuştinên jinan ên di bin navê xwekuştinê de tên kirin, ji ber ku em ji wan re dibêjin “Na!”,
Ji ber ku em ji mêrsalarî, mîlîtarîzm û kapîtalîzmê re dibêjin “Na!”,

Bi hev ra! Û bihêztir! Em dibêjin “Bijî Serhildana Femînîst”…
Ji ber ku em dizanin ku heya ku em wê neguherînin ev cîhan dê neguhere…
Em ê nehêlin ew xewnên me, xeyalên me, mafê me yê jîyanê li cîhanek din bijîn tune bihesibînin… Em ê li ked, leş û nasnameya xwe xwedî derkevin…

Em ê îtaet nekin!
Em ê wê biguherînin!





Leave a Reply