Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2007’an – Kürtçe
Hevalên hêja, xwişkên min ên delal!
Em dizanin û yên ku nizanin ji wan re jî dubare dikin… Dîroka 8’ê Adarê dîroka berxwedana jinan e. Em di 8’ê Adarê de nalîn nakin. Em 8’ê Adarê weke roja têkoşîna jinan silav dikin. Weke jin em bang li serdest û mêran dikin… Em dibêjin ji me bitirsin… Em weke Femînîst bang li mela, mêr, bav, yên din dikin ku dengê xwe li hember me bilind dikin, terrikê xwe li ser me dihejînin. Ji me bitirsin, ji ber ku em ê bêdeng nemînin… Em ê li hemberî çewsandin û mêtîngeriya ser xwe bêdeng nemînin… Em dibêjin rê li ber me negirin, gotina me nerevînin… Rizgariya me di destê me de ye û ji bo ku em xwe ji pergala mêrsalarîyê xelas bikin, ji bilî bi hev re têkoşînkirinê çareyeka me nemaye.
Îro 8’ê Adarê ye û li her derê ji alîyê her kesî tê pîrozkirin. Îro medya, parlamento û şîrketên mezin bi hemû hêza xwe dixebitin ku 8’ê Adarê ji têkoşîna li dijî tundî û îstîsmara mêrên serdest dûr bixin. Ji bo dûrxistina 8’ê Adarê ji femînîzmê çi hewldaneke mezin heye… Me ji bîr nekirîye ku me 8’ê Adarê ji têkoşîna jinên kedkar a heta mirinê ya bi daxwaza kêmkirina saetên kar û baştirkirina şert û mercên xebatê girtîye, bi ser de em careke din li dost û dijmin dubare dikin ku me ev roj li wan kesan mîrat girtîye ku wan li dijî Mistefa’yan têkoşîn kirine ku digot divê terrik li ser pişta jinan nêye kêmkirin.
Em îro li vir piştîvanîya xwe li wan kesan bi eşkerayî diqîrin ku keda wan hatîye desteserkirin, li malê bûne mehkûmê koletî û li kargehê jî bûne mehkûmê meaşên kêmtir, li malê-kargehê-kerxaneyê têne îstismarkirin, mecbûr mane ku li lêdana bav û mêrên xwe tebat bikin, di cînayetên namûsê de hatine kuştin, di kurtajên veşartî de mirine, ji alîyê çeteyên navneteweyî ve ji bo sektora fuhûşê hatine firotin û li kuçe-kargeh-şer û nezaretê de tûşî taciz û tecawizê bûne.
BIJÎ HEŞTÊ ADARÊ!
Serhildan Azad dike!
Jinno! Ji bo Rizgarîya me Tewlî Têkoşînê Bin!
Serhildana me; li dijî desteserkirina ked, beden û nasnameya jinan e ji alîyê mêran ve.
Serhildana me; li dijî PERGALA MÊRSALARÎyê ye!
Serhildana me; li dijî desteserkirina keda me ya li malê ye ji alîyê mêran ve… Li dijî îstismarkirina keda me ya nedîtî ye.
Serhildana me; li dijî lêdana mêran û destdirêjîya seksî ya mêran e di odeyên girtî de, ku dikare li keçên wan û heta kurên wan jî were kirin…
Serhildana me; li dijî wê yekê ye ku parastina “namûsa me” ne li ser milê me ye, lê teslîmî destê dewleta mêrsalar û mêran tê kirin ku namûsa wan her duyan bi xwe biguman e.
Serhildana me; li dijî wê zîhnîyetê ye ku ji me hevî dike ku em bibin “baş/xanim/binamûs/bakîre/ kole/jin”.
Serhildana me; li dijî tundî û îşkenceya dewletê, taciz û tecawiza cerdevan-leşker û polîsan e.
Serhildana me; li dijî wan e ku me di bazara kapîtalîst de îstismar dikin, ji ber ku em jin in û naxwazin di rêza duyemê de bin keda me erzan dibînin, mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev nadin me, karan bi awayeke zayendperest dabeş dikin.
Serhildana me; li dijî patronan û sendîkayên mêrsalar e ku êrîşa kapîtalîzmê ya li ser jinên kedkar nabînin, bi mêrsalarîyê re çekan didin hev û rêveberîya xwe bi jinan re parve nakin.
Serhildana me; li dijî derewkarîya mêrsalarîyê ye… li dijî wê yekê ye ku lezbîyen carinan ji hêla homoseksuelên mêr ve jî tên dûrxistin… li dijî wê yekê ye ku fuhûş ji bo jinên transvestî û transgender wekî tekane vebijarka jiyanê tê pêşkêş kirin… li dijî durûtîya mêran e ku hem pereyan dirijînin fuhûşa hevzayendan û hem jî homoseksuelan ji însanîyetê dûr dixin.
Serhildana me; li dijî faşîzmê ye ku ji milîtarîzmê hêz digire û bi artêş û rejîmên parêzgerên hêza leşkerî û polîtîkayên şer xurt dibe… Serhildana me li hemberî wan kesan e ku xwişkên me Zozan, Sîlva û Karîn weke dijmin dibînin û wan tune dihesibînin.
Serhildana me; li dijî nesaxkirina birînên jinên kurdan e ku zimane wan hatîye qedexekirin û zanavê wan hatîye tunehesibandin. Serhildana me li dijî wan e ku nikarin bibêjin “Bijî Xwişk û Biratîya Gelan!”
Serhildana me; li dijî wê yekê ye ku leşê me li seranserê cîhanê xenîmeta şerî ye. Serhildana me li dijî wê rastîyê ye ku di şeran de her cure êrîş û tundîya li ser jinan bi qasî cebilxaneyeke bombekirî nakeve rojevê.
Serhildana me; li dijî êriş û dagirkerîya emperyalîst e ku bi bi diruşma derewîn ya di bin navê azadîya jinan didomin. Serhildana me li dijî Amerîka ye ku Iraq kirîye dojeh û serhildana me li dijî dijminê bi navê Amerîkayê ye ku bi bêdengîyê li benda îdamkirina sê jinên bi navê Wassan, Zeynep û Liqayê ye ku di 20’ê Adarê de bicîh were.
Serhildana me; li dijî şerîetparêzan e, îsyana me li dijî girtina jinan a li girtîgehan e li Êranê ji ber têkoşîna wan a li dijî şerîeta serdest a mêrsalarî û qanûnên cudaxwaz.
Serhildana me; li dijî şewitandina xwişkên me yên karkerên tekstîlê ye li Bursayê, li dijî xeniqîna jinan e ku li ser kamyonê diçûn karê erzan ê taşeronê bikin li Ceylanpinarê. Serhildana me, li dijî ji kar derxistina karkerên jin a ji ber endambûna sendîkayê ye li Novamedê…
Serhildana ME;
Li dijî wan kesan e ku dixwazin dîroka me ya têkoşînê tune bihesibînin û bidin jibîrkirin.
Lê em baş dizanin ku en bi hev re xurt in, ku em bi hev re serî hildin, em ê xurttir bin.
BIJÎ 8’Ê ADARÊ
BIJÎ TÊKOŞÎNA ME
BIJÎ HEŞTÊ ADARÊ
JIN JÎYAN AZADÎ
FEMÎNÎST