2009Basın Açıklamasıdaxuyanîya çapemenîyêKürtçe

2009- Daxuyanîya Çapemenîyê-Kurmancî

By May 21, 2023No Comments

Daxuyanîya Çapemenîyê ya Sala 2009’an – Kürtçe

 

Îro 8ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê ye…


Roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtina hemû jinan e…
Em jin her 8’ê Adarê li qadan li dijî desthilatdarîya mêran diqîrin “Bijî hevgirtina jinan!”. Em femînîst, her sal di meşa xwe ya 8’ê Adarê de hewl didin dengê têkoşîna femînîst bigihînin hemû jinan, em serhildana xwe ya li dijî mêrsalarîyê diqîrin, dibêjin “Bijî têkoşîna me ya femînîst!” Ji par ve di enîya serdestîya mêran de tiştekî neguherî! Tifaqa mêr, dewlet û sermayeyê li ser ked, laş û zanavê me zext û îstîsmara xwe berdewam dike. Em jin di sala dawî de dîsa bûn Pîpa û hatin qetilkirin, me ji bavên xwe lêdan xwar; em li kolanê, li cihê kar hatin tacîzkirin, em bûn namûsa mêran û hatin kuştin; ji ber ku em çepgir, kurd, fahîşe, a rastî jî jin in, em rastî şîdeta dewletê hatin. Hevkarîya mêr-darazî-dewletê, lêdan, tacîz û tecawizên ku li me hatin kirin him piştguh kirin, him jî bi hênceta ku ew provokasyoneke neheq be, hewl da kujêrên me biparêze. Em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin, Ji bo ku her kes bibihîze, biqîrin tundîya mêran bi dawî bibe!
Kevneperestî, çewisandina xwe ya qadên me yên jiyanê didomîne. Neteweperestî, bi derewên “Bila welat sax be!” û bi ruhê dijminatîya xwe ya li dijî biratîya gelan bo mirin û kuştinê; kevneperestîya olî jî ji bo mezinkirina malbat û nirxên olî yên mêrsalar şîretan li me dikin.
Em li kû derê leşa xwe çawa veşêrin û cil û bergên xwe çawa li xwe bikin, dimîne qada têkoşîna di navbera milîtarîzm û Îslama siyasî de.
Ne dirêjiya eteka me, ne şêwaza porê me, ne kirasê me, ne jî pantolonên me vexwendinêk in ji bo mêran. Em cil û bergên xwe li gorî dilê xwe li xwe dikin, li gor dilê xwe masîyan digirin û li gor kêfa xwe bi şev li kolanan digerin. Bedenên me ne aîdî bavan in, ne ya mêran, ne ya dewletê û ne jî aîdî desthilatdarên din ên ezmanî ne.
Leşê me yê me ne!
Di jîyana kar de, ku em bi mûçeyên kêmtir ji yên mêran beşdarî wê dibin û di heman demê de barê karê malê hildigirin ser milê xwe, niha jî bi hinceta qeyranê, an mûçeyê wekhev ji bo karê wekhev ji bîr dikin û me li şûna mêran didin xebitandin, an jî em yekem kes in ku ji kar tên avêtin. Sermaye dixwaze cirma şerê mayîna li ser pîyan ê nav xwe ji me bibijêre û bi alîkarîya dewleta neolîberal, hewl dide ku lihevhatina xwe ya hundirîn misoger bike.
Li ser daxwaza IMF û sermayeyê, piştî ku hemû mafên me yên wekî xizmetguzarîya kreş û tenduristîyê bi SSGSS û qanûnên kardan ên sala 2008’an ji alîyê AKP’ê ya dijminê jin û kedkaran ve hatin qutkirin, bijardeya li pêşîya me ev e: yan birçî bimînin yan jî bi heqdestê koletîyê bixebitin. Tifaqa mêrsalarî û sermayeyê, desteserkirina keda me bi rêya mêran di girtîgehên me yên bi navê malbatê de didomîne. Di bin zexta leşî û hestyarî ya bav û mêran de, em her dem ji xwarinpehtin, firaqşûştin, cilşûştin û lênihêrîna zarok û kal û pîran berpirsîyar in.
Êdî bes e, keda me ya me ye!
Em karê malê nekin, bila dinya raweste!
Keda ku ne xuya ye, dengê xwe bilind bike!
Em bi berdewamî berdêla polîtîkayên kîn û şîdetê didin ku biryara wan me nedaye. Dema ku înkar û îmhaya gelê Kurd bi polîtîkayên şer têne meşandin, em dizanin ku her operasyoneke dervayî sînor, her bombeya ji balafiran bê avêtin, her mayîna ku biteqe wê li me jinan weke xizanî, tacîz û tecawizê vegere. Dengê tevgera jinên Kurd ku ji Dêrsim, Amed, Dolapdere û Bagcilarê bilind dibe,  dengê me gurr dike. 15 namzetên me yên jin ên şaredarîyê ku ji alîyê Tevgera Jina Azad a Demokratîk ve ji parêzgehên Kurdistanê yên hilbijêrbar hatine hilbijartin jî, li gel dengê aştî û biratîyê, dengê têkoşîna li dijî desthilatdarîya mêran bilind dikin. Em çareserîya sîyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd dixwazin!
Jin Jîyan Azadî!
Em dîsa di serdema hilbijartinê de ne. Partîyên wekhev ên mêrsalarîyê dengê me dixwazin, lê ew soza quncikeke bihuştê didin, a cîhên giştî yên ku cilên yekreng ên tayyor hemû cîh lê vedigirin. Sîyaseta mêran me jinan weke serkirdeyên siyasetê nabîne. Lê di van hilbijartinan de me got êdî bes e… Me femînîstên Stenbolê jî got “Em jî di siyasetê de hene, gotineke me ji bo Beyoglu heye!” “Îsal di hilbijartinên herêmî de jin xwedî gotin in! Femînîst xwedî gotin in!”
Helbet heke em dixwazin bibin biryarder, ne dengdêr!
Werin em piştgirîyê bidin namzeta xwe Saîme Ûlfet Tayli Taşê!
Werin em piştgirîya tevgera femînîstê bikin, hêz bidin wê!
Em femînîst îro 8’ê Adara 2009’an 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. 
Em dibêjin em cîhanê dixwazin, ne rojekê tenê, em dibêjin werin em di sala 2010’an de, di sedsalîya danasîna dîrokê de ku bi xwîna jinên kedkar hatîye nivîsandin û çi gundî, çi bajarî, çi kêbanî, çi dêya zewicandî, çi nezewicandî, çi bikar, çi bêkar, ji hemû jinên ji her neteweyê re hatîye dîyarîkirin li Taksîmê bicivin.
Bijî Hevgirtina Jinan!
Bijî Têkoşîna Me ya Femînîst!
Bijî Yekîtîya Jinan!





Leave a Reply