Em jin di 8ê Adarê de li Stenbolê li Taksîmê ne!
Em wek jinên Tirkîyê, ev 11 sal in, her sal di 8ê Adarê de bi meşa şevê li kuçeyan li dij patriyarka, desthilatdariya mêran, cinsiyetî, heteroseksîzm, kapîtalîzm û şer dengê xwe bilind dikin. Ji 8ê Adara din û vir ve, me saleke din ya ku êrîşên li hember jinan zêdetir bû li paş xwe hişt.
Di her rojeke nuh de em nûçeyeke kuştina jineke din dixwînin. Li Tirkîyê di her rojekê de 3 jin tên kuştin. Qatil û zinêkar bêceza dimînin. Dewlet ne ji bo şideta mêran, ji bo rêlibergirtina jihevcîhêbûnê hewl dide. AKP bi tena serê xwe him hikûmet him jî dadgeh û meclîs e, mafê me yê kurtajê ji dest me sitend, derîyê nexweşxaneyên dewletê li me digirin. Rê li ber rêbazên kontrola zayînê digire. Hikûmet ji bo ku bedena jinan kontrol bike ji tu hewldanan şûn ve namîne. Xwe amade dike ku zagonên me bike mahkûmê xebata bêewledarî derxîne.
Navendên ku jin lê bimînin û pê bişêwirin pir kêm in, hejmara wan di asteke sembolîk de ye. Wezareta Sîyasetên Civakî û Malbatî ya ku li dewsa Wezareta Jinan ava bû, hewl dide ku navendên mayin û şêwirê bike navendên parastina malbatê û jinan mecbûrî malbatê bike .
Em wek jinên ku di Berxwedana Gezî de li kuçeyan bûn, li dij sîyasetên dewletê yên cinsî derketin. Di vê berxwedanê de em bi gelek taciz û şideta polîsan ve beramber man. Jin berê jî, di sala 2005an de li Beyazitê di pîrozbahîya 8ê Adarê de bi şideta polîsan ve beramber mabûn. Dewleta Tirkîyê, bi vê şideta polîsan di DMME (AİHM) de mahkûm bû.
Tevî vê şidet û rêlibergirtina polîsan jî, jin li Stenbolê bi gotina “em terka şevan jî kuçeyan jî nakin” berxwedana xwe ya Taksîmê didomîne, Taksîm îro jî ji teref polîsan hatiye dorpêçkirin.
Lİ vê kuçeya ku ev 11 sal in em dengê xwe ji bo azadîya jinan bilind dikin, di 8ê Adarê de tehdîd û şideta polîs û gaza îsotî cardin li hember me ne. Tevî ku zor û zilma li ser me dewam dike jî em dev ji têkoşînê bernadin, em terka serhildana li dij desthilatdarîya mêran nakin! Çawa ku me di seranserê 11 salan de kiriye, em ê îsal jî di 8ê Adarê de wek femînîstan li Taksîmê meşa şevê pêk bînin.
Hikûmeta AKPê ya ku di hemû qadên jîyanê de êrîşî me dike, hewl dide ku rêya ku em tê de diçin ji me bistîne. Em ê jî tevî hemû qedexeyan li Taksîmê bên cem hev û dengê xwe bilind bikin. Em bangî hemû jinên cîhanê dikin ku, hek li Taksîmê ne bi me re bin jî, li dij şideta polîsan ji bo azadîya jinan deng derxînin û bi me re hevkarîyê bikin. Em ê barîqatên polîsan yên li Taksîmê bi hev re derbas bikin.
Bila bav were, mêr were, polîs were, cop were! Cardin jî serhildan, cardin jî serhildan, cardin jî azadî!
Stenbol Feminist Kolektif